Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu êvara Sêşemê ragihand ku ew bawer nake peymanek di navbera Îsraîl û Îranê de çêbibe.
Netanyahu di civînekê de got "Peyman bi wê komê (Îran)ê re, bi wan hovên li wir re çênabe."
Netanyahu di civînê de eşkere kir ku wî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî ye. Wî ji Trump re gotîye ku tenê yek çare heye, ew jî çêkirina peymaneke baş bi Îranê re ye.
Netanyahu herwiha tekez kir ku eger Amerîka bi Îranê re peymanekê çêbike, pirsgirêka Îsraîlê bi vê yekê re nîn e.
Serok Trump roja Duşemê biryara "D-Day a aborî" ragihand ku armanca wê hilweşandina aborîya Îranê ye, û Netanyahu piştgirîya xwe ji bo wê operasyona fişarên aborî ya ku serok Trump biryar daye nîşa da.