Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu bo Trump: Em ê Karê Îranê bi Hev re Biqedînin

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi telefonê li ser egera êrîşên nû yên li dijî Îranê axivîn. Netanyahu ji Trump re got ku "Em ê bi hev re vî karî biqedînin."

Fox News îro Sêşemê li ser platforma X’ê ragihand ku Serok Trump ji Netanyahu re gotîye ku welatê wî dê serkeftineke mezin bi dest bixe.

Serok Trump roja Duşemê li ser Îranê axivî û careke din got ku divê rejîma Îranê nebe xwedîyê çekên navokî.

Li gor malpera Axiosê, Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth roja Duşemê 19’ê Cotmehê di seredaneke neragihandî de serdana Îsraîlê kir û li wir bi Serokwezîr Netanyahu re civîn pêkanî.

Li gor nûçeya Fox Newsê, artêşa Îsraîlê rahênanên leşkerî çêkirine û tê de cerbiandin kirine û firokên şer di ser Sûrîye û Îraqê re ber bi Îranê ve şandine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG