Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu li Rê ye ji bo Washingtona Paytext

Çep: Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Rast: Serokê Amerîkayê Donald Trump
Çep: Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Rast: Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo dîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump li rê ye ji bo Washingtonê paytext.

Li gor rojnameya Times of Israel, Netanyahu berî ku bê Amerîkayê, çû Bingeha Esmanî ya Nevatîm a nêzîkî Beershabayê.

Netanyahu li ser platforma X'ê eşkere kir ku ewê sibe roja Sêşemê ligel Serok Trump bicive û dê herwiha tevlî merasîma cenazeyê Senator Lindsey Graham bibe.

Tê pêşbînîkirin ku Serokwezîrê Îsraîlê di dema serdana xwe ya Koşka Sipî de, ligel Serokê Amerîkayê li ser çend mijarên giring biaxive, bi taybetî jî li ser babetên derbarê Îranê de.

Li gor agahîyan, Serokwezîrê Îsraîlê rêwîtîya xwe ji firokxaneya sivîl a Ben Gurion dest pê nekirîye, lê ji firokxaneyeke leşkerî ber bi Amerîkayê ve bi rê ketîye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG