Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê YNK: Me Daxwaz Ji Serokê Herêmê Kiriye Tevaya Hêzan Ji Zinê Wertê Bikişîne


Hêzên çekdarên partiyên sereke li Herêma Kurdistanê li devera Zînê Wertê rawestiyane û buye sedemê girjiyan.

Serekwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje wan hêz hinartin wê deverê wek pêngavek jibo rêgirtinê li belavebûna Virusa Korona.

Lê Emîn Babeşêx, peyvdarê Yekêtî Niştimanî Kurdistan (YNK) dibêje devera Zînê Wertê cihek leşkerî û stratîjîk ê giring e bi taybet ji PKKê re û hinartina hêzan weka azirandinê hat şirovekirin û bi mebest bi taybet piştî êrîşa Tirkiyê ya bi firokan li wê deverê.

Peyvdarê YNK gote Dengê Amerîka, li gora rêkeftinên leşkerî ew dever xaleka leşkerê YNKê ye û eger ew hêzên li destpêkê hatîn hinartin hêzên hevbeş ban, ew girjî nedibû.

Birêz Emîn Babeşêx got jî, di daxweyaniya serkirdayetiya YNKê de "me daxwaz ji serokê herêmê kiriye weka fermandeyê hêzên peşmerge fermana vekêşana tevaya hêzên çekdar li wê herêmê bide û divêt ewlehiya wê deverê bikeve destê hêzên asayîşa xwecihî."

Hevpeyvîn digel Pevdarê YNK
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:03 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG