Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Pêşwaziyê li 'Peyamên Baş' Yên Talîbanê Dike Û Amman Jî Afgansitanek Aram Dixwaze


Wezîrê Derve Yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê Derve Yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

Tirkiyê roja Sêşemê ragihand ku ew pêşwaziyê li "nameyên baş" yên tevgera Talîbanê dikin yên heta niha arasteyî civaka navnetewî kirîn, piştî ku dest danî ser desthilatê li Afganistanê.

Di çend mehên borî de Tirkiyê derbarê çendîn pirsan danûstandin li gel Talîbanê encam dane, di nav de daxwaza parastina ewlekariya firokxana Kabul, piştî ku hêzên Amerîkî vedikişin.

Tirkiyê karmendên balyozxana xwe gihandine firokxanê dema ku li dawiya hefteyê çekdarên Talîbanê ketin di paytext Kabul de, û roja Duşemê derxistina nêzî 300 karmendên xwe paş xist.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dema di serdanekê de li paytexta Urdonê Amman bû got, Tirkiye çaveriyê daxwaza xwe dike ya parastina firokxana Kabul, û got gotinên pêşî yên ku ji Talîbanê hatine dilxweşkerin.

Di daxuyaniyek televizyonî de got, "Em pêşwziyê li nameyên baş dikîn yên ku Talîbanê ji biyanyan, şandên dîplomasî û ji gel re şandine. Hêvî dikîn ‘heman rêbazê’ di serderiya wan de bibînin."

Çavuşoglu îşaret bi wê yekê da ku karmendên Tirkiyê jibo ewlekariya navenda esmanî ya stratejî bo çendîn salan rolek mezin lîstîye, herwiha got, Enqere çaverê dike kanê guhertina rewşê dê bi çi awayî bin li Kabul, û got "Emd dê berdewam di nava danûstandina da bin li Afgansitanê di nav de Talîban jî." Heriwa got, "Di rewşa niha de (Afganî) dê derbarê hemî pirsgirêkên xwe danûstandinan di nava xwe de encam bidin, kanê kî dê bibe beşek ji veguhastinê, kîj serok dê hikûmeta demkî birêve bibe, emê bibînin û van hemû tiştan gotûbêj bikn. "

Wezîrê Tirk da zanîn ku Enqere ne tenê dê karmendên xwe derxîne, belkî ewê alîkariya aliyên din jî bikin.

Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Urdonê Ayman Safadi nerihetiya xwe li hember rewşa li Afgnaistanê yên ku bilez li ser erdê pêk tên da diayr kirin.

Safadî di preskonferansa hevbeş de li gel hevpîşeyê xwe yê Tirk Çavuşoglu got, "Rewş bilez tê guhertin…Em dixwazin aştî û aramî vegere Afgansitanê." Safdaî herwiha got "Karê pêşî peyda kirina ewlehî û aramiya welate, da ku kaos çênebe û mafên welatiyan parastî bimînin, tevî hewildan jibo rêyên derxistina karmendên biyanî hebe."

Urdonê rolek baş yê Îstîxbaratî hebû di cenga firokeyên bê firokevan yên Amerîkî de li dij çekdarên li herêmê aramanc dihatin girtin, bi taybet li herêma sinorî di navbera Afganistan û Pakistanê de.

XS
SM
MD
LG