Rêxistiana Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) rapora salane ya ser rewşa mafên mirovan weşand.
Rapora Amnesty radigihîne ku Rûsya bi dagirkirina Ukrayna rê li ber jimareka zêde ya tawanên cengê û krîzên enerjî û xwarinê vekiriye.
Di raporê de dewletên Rojavayî jiber durûtîyê bi tundî tê rexne kirin û şermezar kirin.
Li gor Amenesty, dewletên Rojavayî Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna bi tundî rexne kiriye, lê ew jibo binpêkirinên li Erebistana Saudî, Îsraîl, Çîn, Misir û hin dewletên din bêdeng mane.
Amnesty, ku di rapora 509 rûpelî de ser mafên mirovan yên li 156 dewletan vekolîn kiriye, dîyar dike ku di sala 2022’yan de li seranserê cîhanê dewlet di berevanîya mafan de bi ser neketine.
Rêxistin radigihîne ku di sala 2022yan de bo mafên jinan û azadîya protestoyan metirsî çêbûne.
Sekretara Giştî ya Amenestyê Agnes Callamer di pêşkeşkirina raporê de dîyar kir ku Rûsya bi dagirkirina Ukrayna mînakeke xirab dide ku dewlet çawa dikarin hiqûqa navneteweyî binpê bikin.
Callamar bi bîr xist ku Deklarasyona Mafên Mirovan ya Cîhanê 75 salên berê piştî Şerê Cîhanê yê Duduyan hatiye ragihandin.
Wî dîyar kir ku cîhan ber bi rêyeke ne aram û xeter ve diçe û divê di vê peyvajoyê de dewletên pêşkEwrupî di warê mafên mirovan rêberîya dinê bikin.
Di rapora Amenesty de tê gotin ku Yekîtîya Ewrupa (YE) bo koçberên ku ji şer direvin bi heman rengî tevnagere.
"YE jibo Ukraynîyên ku ji şer direvin alîkarî kiriye û nîşan daye ku kapasîteya wê bo saxlemî, perwerde û mazuvanîyê heye, lê gelek hin endamên wê yekîtîyê derîyên xwe li koçberên ji Sûrîye, Afganistan, Lîbya girtine.
Di raporê de Amerîka jî ser helwesta cihê ya dijî koçberan tê rexe kirin.
Amnesty dîyar dike ku Amerîka, Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna bi dengekî bilind rexne kiriye û derîyên xwe li hezaran Ukraynîyan vekirine, lê wê pirtir ji 25 hezar koçberên Haîtî dersînor kirine.
Jêder: Amnesty International