Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International: Divê Hikûmeta Sûrîyê Bavê Salah Azad Bike


Amnesty International: Divê Hikûmeta Sûrîyê Bavê Salah Azad Bike
Amnesty International: Divê Hikûmeta Sûrîyê Bavê Salah Azad Bike

Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) jî do Çarşemê daxûyanîyek weşand û ji hikûmeta Sûrîyê xwest ku Bavê Salah, dem û dest û bê merc azad bike.

-

Alîkarê Rêvebirê Amnesty International Philip Luther, ku ji karên Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur berpirs e, dibêje, girêdana Evdilrehman Omer bi ti partîyên sîyasî re tuneye û girtina wî tenê jiber kar û xîzmetên wî yên li ser pêşvebirina muzîka Kurdî ya gelerî ye. Loma jî, ew girtîyê ramanê ye û Lêxweşbûna Navnetewî azad kirina Bavê Salah ya bê şert û merc dike. (http://www.amnesty.org/en/news-and-updates/kurdish-folk-singer-syria-goes-missing-after-arrest-2011-02-22)

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de nîvîskar û lêkolîner Mustefa Reşîd qala jîyan û hunera Bavê Salah dike û girtina wî şîrove dike.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

XS
SM
MD
LG