Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International Ji Îranê Dixwaze Girtiyên Siyasî Azad Bike


Amnesty International Ji Îranê Dixwaze Girtiyên Siyasî Azad Bike
Amnesty International Ji Îranê Dixwaze Girtiyên Siyasî Azad Bike

Rêkxistiyeka sereke ya mafên mirovan daxwazê li hikûmeta Îranê dike ku girtiyên siyasî azad bike, rêkê bide çavdêrên nêvneteweyî biçin girtîxanên xwe û dawî bi cizaya îdamê bîne wek amrazeka binpêkirina gelê Îranî.

Di beyannamekê de roja Çarşembî, Amnesty International rexne arastê hikûmeta Îranê kir ji ber helwêsta Teharnê biramberî girtiyên siyasî, li yekem salyada hilbijartina serokatî ya 12-ê Hezîranê.

Amnesty International ragehand ku welatiyên Îranî bi komel ji layê karbidestên Îranî ve hatin desteser kirin di bizavekê de ji bo bi dawî anîna tond û aloziyên ser şeqaman, piştî dubare hilbijartina serokê Îranî Mehmûd Ahmedînejad.

Rêberên Opozisyonê dibêjin Ahmedînejad bi fêl û saxtekarî dîsa bû serok.



XS
SM
MD
LG