Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) îro Sêşemê raportek ligel hejmareke wêne derbarê êrîşeke mûşekî ya Îranê belav kir.
Raportê diyar kir ku êrîşa mûşekî ya Îranê li ser bajarê Bêt Şemeş li Îsraîlê, ku di encamê de neh sivîl hatin kuştin, di nav de çar ciwan, divê wekî “tawaneke şer” were vekolînkirin. Ji bilî wan, 46 kesên din jî birîndar bûn.
Êrîş 1'ê Adarê li taxa Ramat Lehî pêk hat û di encamê de kinîşteya Tiferet Îsraîl jî hate wêrankirin.
Vekolîneke nû ya Amnesty International nîşan dide ku ti armancên leşkerî nêzîkî cihê êrîşê nebûn.
Erika Guevara, Rêvebira Vêkolînên li Amnesty, got ku “Çekê ku di vê êrîşê de hatîye bikaranîn li cihê durist neket xwarê.”
Rêxistina Amnesty, li gor bingehên dîjîtal yên piştrastkirî, ligel wêne û vîdyoyên ji cihê bûyerê hatine berhevkirin, gihîştîye wê encamê ku di êrîşê de mûşekeke balîstîk a Îranê hatiye bikaranîn.
Vekolîna Amnesty International ti belge li ser hebûna armanceke leşkerî li cihê êrîşê nedît. Bingeha leşkerî ya herî nêzîkî cihê êrîşê dora 3.5 kîlometreyan li rojavayê cihê êrîşê dikeve.
Rêxistina navnetewî herwiha da zanîn ku bikaranîna mûşeka balîstîk ji alîyê Îranê ve “binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî ye."