Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî îro Sêşemê ragihand ku hejmara kesên ku di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên meha borî de hatine kuştin giheştiye 304 kesan.
“Herî kêm 304 kes di xwepêşandanên nerazîbûnê de, di navbera 15 û 18’ê Mijdarê de ji serkutkirina hêzên ewlekarîyê de hatine kuştin û bi hezaran kesên din jî hatine birîndar kirin,” Amnesty International got.
Daxuyanîya rêxistinê dîyar kir ku di operasyonên hikûmetê de zarokên 15 salî jî di nav de bi hezaran kes jî hatine desteser kirin.
Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî (NY) hefteya borî ragihandibû ku hêzên ewlekarî yên Îranî tundîyeke dijwar li dijî xwepêşanderan bi kar anîne û herî kêm 208 kes kuştine.
NY dîyar kiribû ku 12 ji qurbanîyan zarok û 13 kes jî jin in û bi kêmî ve 7,000 kesên din jî ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatine binçav kirin.
Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Îranê Brian Hook jî îdia kiribû ku hêzên Îranî ji destpêbûna xwepêşandanên nerazîbûnê vir ve, pirtir ji 1,000 hemwelatî kuştine û herî kêm 7,000 kesên din jî desteser kirine.
Protestoyên li Îranê di 15’ê Mijdarê de jiber buhabûnê nirxê benzînê destpê kiribûn û li seranser welêt belav bûbûn.
Hikûmeta Îranê hemara kuştîyan ku ji alîyê Lêxweşbûna Navnetewî, NY û rêxistinên din yên Rojavayî bi tundî red dike û wek karê dewletên bîyanî bi nav dike.