Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty: Bi Zêdebûna Operasyona Leşkerî, bi Sedan Sîvîlên Efrînî Bin Metirsî Dijîn


Lêxweşbûna Navnwetewî (Amnesty) îro Çarşemê raportek li ser rewşa sîvîlên li Efrînê weşand û dîyar kir ku jimareke sîvîl di encama êrîşan de hatine kuştin.

Amnesty dide zanîn ku li gor îfadeyên dîdevanan ku dîmenên satelaytî jî piştrast dike, sîvîl dibin armanca êrîşên bê cudahî.

“Şerê li Efrînê heta niha bûye sedema jimareke kuştina sîvîlan û jîyana bi sedan sîvîlên din jî dixe rewşeke xeter,” Lynn Maalouf, dîrektora lêkolînên Rojhilata Navîn ya Amnesty dibêje.

Raport dîyar dike ku taybetî êrîşên topan û hawanan li ser gundan û cîhên din yên jîyana sîvîlan sedema fikarên kûr.

Amnesty bal dikşîne ku karanîna topan û çekên din yên peqînkar li deverên sîvîlan, bi peymana navnetewî hatine qedexe kirin û divê alîyên şerker, demûdest êrîşên wî rengî bisekîninin.

Di raportê de Heyva Sora Kurdî bal dikşîne ku di navbera 22ê Rêbendanê heta 21ê Şubatê, 93 sîvîl hatine kuştin ku 24 ji wan zarok in û 313 sîvîl jî birîndar bûn ku dîsa, 51 ji wan zarok in.

Amnesty ji zarê dîdevanên ku li gundên Cîndiresê, Raco û Mabatan dijîn, radigihîne ku ew bi demjimêrên dirêj bûna armanca êrîşên ku cudahî naxe navbera sîvîlan û kesên leşkerî, tevî ku Tirkîyê soz dabû ku wê jîyana sîvîlan biparêzin.

Hinek jî dîdevanan ji Amnesty re ragihand ku ew neçar mane ji malên xwe birevin û wan dîtîiye ku hin cîranên wan, di êrîşan de li pêş çavên wan hatine kuştin.

Raport herwiha dide zanîn ku li bajarê Ezazê ya bin kontrola grubên opozîsyona Sûrî, hêzên hevalbendên YPG'ê êrîşek pêk anîne û tê ragihandin ku 4 kes di wê êrîşê de hatine kuştin ku yek ji wan zarok e.

XS
SM
MD
LG