International Amnesty (Lêxweşbûna Navneteweyî) ragihand ku par li Reqa, di êrîşên esmanî yên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka de, hiqûqa navneteweyî hatiye binpê kirin.
Amnesty da zanîn ku hejmara sîvîlên di operasyonan de hatine kuştin, ji ya hatî ragihandin pir zêdetir e û dîyar kir ku hêzên koalîsyonê bala xwe nedane ser berevanîya sîvîlan.
Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, bi hevkarîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka di Hezîrana 2017’an de dest bi operasyona Reqa kiribû û di Cotmeha 2017’an de bajar ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) sitandibû.
Karbidestên Amnesty’ê li Reqa serdana 42 cîhên ku bi êrîşên esmanî hatine bombe kirin û eşkere kirin ku li gelek cîhan sîvîl bi wan êrîşan hatine kuştin.
Li gor rapora Amnesty’ê, malbata Badran ya li Reqa bo xwe ji pevçûnan xelas bikin çar car cîhên xwe diguherînin lê di êrîşa esmanî ya 20’ê Tebaxê de ji wê malbatê 39 kes têne kuştin.
Dîsa li gor raporê, di heman operasyonê de 10 cîranên malbaaa Badran hatine kuştin.
Hêzên koalîsyonê, ser nûçeyên kuştina sîvîlan dema operasyonê dabû zanîn ku bo berevanî sîvîlan hemî tedbîran distînin û dîyar kiribû ku DAIŞ sîvîlan wek ‘’mertalên zindî’’ bikar tîne.
Hikûmeta Amerîka dide zanîn ku dema operasyona Reqa bombeyên jîr hatine karanîn û wan hewil daye ku sîvîl zararê nebînin.