Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International Ser Rewşa Birîndarên Cizîrê Rexne li Tirkîyê Dike


Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) di belavoke awarte de dîyar dike ku karbidestên Tirk bangên hawarçûnê bo pirtir jî 20 birîndarên li bajarê Cizîrê, piştguh dike.

Amnesty dide zanîn ku kesên birîndar ji 6 rojan vir ve di binê avahîyeke de asê mane û ew der bi berdewamî dibe armanca êrîşên giran yên topan.

“Rewş pir awarte ye: kesên birîndar bi giranî xun hunda dikin û eger ku neyên derman kirin, di bin xeterîya giran ya mirinê ne,” lêkolînerê Amnesty International yê Tirkîyê, Andrew Gardner got.

Amnesty bi berdewamî dibêje, wê bi yek ji birîndaran re peyîvîye û li gor gotina wî 4 kesên heta niha mirine, 12 kesên din jî bi xedarî birîndar in û avahî berdewamî di bin êrîşa hêzên ewlekarîyê de ye.

Lêxweşbûna Navnetewî xema xwe dîyar dike ku piştê hîngê peywendîya wê ligel wan kesan qut bûye û tirs heye ku hejmara mirîyan bûye 6 kes.

XS
SM
MD
LG