Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty di Rapora Ser Efrînê de Tirkîyê bi Binpêkirinê Mafên Mirovan Tawanbar Dike


Amnesty International (Lêxweşbûna Navneteweyî) îro Pêncşemê rapora ser binpêkirina mafên mirovan li Efrînê eşkere kir.

Di raporê de, ku bi hevdîtina bi 32 kesên ji Efrînê revîyane re hatiye hazir kirin, Tirkîye hat tawanbar kirin.

Li gor raporê, berpirsê talankirina malên li Efrînê, girtinên kêfî, êşkence û wendabûna sîvîlan, komên çekdar yên ku Tirkîye piştgirîyê dide wan e.

Amnesty da zanîn ku Artêşa Tirkîyê wan binpêkirina mafên mirovan ‘’wek ku nabîne’’ tevdigere.

Di raporê de, Amnesty bal kişand ku li Efrînê pirtir komên çekdar yên Sûrî mafên mirovan binpê kirine û Tirkîye çekan dide van koman.

Amnesty dîyar kir ku komên çekdar yên Sûrî dibistanên li Efrînê dagir kirine û li wî bajarî nehiştiye ku bi hezaran zarok herin dibistanê.

Amnesty da zanîn ku wan di meha Tîrmehê de ew tawan ji hikûmeta Tirk pirsîne, li hikûmetê ti bersîv nedaye.

Dîrektorê Vekolîna Rojhilata Navîn yê Amnesty International Lynn Maalouf dîyar kir ku ‘’komên çekdar yên Sûrî yên ku Tirkîye wan kontrol nake, kaosê didomînin’’.

Lynn got ku Tirkîye jiber ku li herêmê ‘’hêza dagirker’’ e û berpirsê aramî û hiqûqa wê derê ye, divê demûdest tundûtûjîyê rawestîne û cezayê bide berpirsan, lê ‘’hêzên Tirk erka xwe bi cîh naynin’’

Amnesty di meha Sibatê de jî ser sîvîlên Efrînê raporek weşandibû û dabû zanîn ku di şerê Artêşa Tirk û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de sîvîl jî têne kuştin.

XS
SM
MD
LG