Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty Tundîya Hember Xwepêşandarên Dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rexne Dike


Amnesty report on anti-government protests in Iraqi Kurdistan Region

Rêxistina Amnesty International îro Çarşemê raportek li ser xwepêşandanên nerazîbûnê yên dijî Herêma Kurdistana Îraqê weşand.

Amnesty rexne li reftarên dijî xwepêşanderên aştîxwaz dike û dide zanîn ku haqaret li wan hatine kirin û ew bûne armanca tundî û lêdanê.

“Rojnamevanên ku bi kamera û telefonên mobîl dixwestin xwepêşandanan tomar bikin, rastî êrîşan hatin. Ew bi ti awayî nayê qebûl kirin û reftarên wiha bi eşkereyî hewilên bêdengkirina hevrikan in.”

Dîrektora Lêkolînan ya Rojhilata Navîn ya Amnesty, Lynn Maalouf dibêje ku wan derheqa tundîya hember xwepêşandanên li Duhok û Hewlêrê, mamosteyek û rojnamevanek jî di nav de, bi jimareke dîdevan re peyîvîne.

“Karbidestên Kurd, divê demûdest dawî li lêxistin, zêdegavî û tirsandina xwepêşanderan û rojnamevanan bînin. Erka wan heye ku misoger bikin ku herkes dikare bê destwerdan, bi azadî mafê xwe yê xwepêşandanên aştîyane bi kar bîne.”

Amnesty bal dikşîne ku xwepêşandanên ku di 25’ê Adarê de, dijî nedana mûçeyan destpê kirine, berdewam dikin û mamosteyan, karmendên saxlemîyê û karmendên din yên hikûmetê û bizavkaran herikîne kolanan û daxwaz ji hikûmetê dikin ku rewşê baştir bike.

XS
SM
MD
LG