Rexistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International) di raporeke nû ya ku roja Sêşemê hat weşandin de Talîban bi kuştina 13 endamên civaka etnîkî ya Hazara , tawanbar kir.
Amnesty International ragihand ku 11 leşkerên hikûmeta Afganî ya têkçûyî yên ku xwe radest kiribûn û keçeke 17 salî, di nava qurbanîyan de bûn.
Rexistinê da zanîn ku bûyer di 30'yê Tebaxê de li li gundê Kahor ya navçeya Xidir ya li eyaleta Daykundi pêk hatiye.
Hevdem, Amnesty International destnîşan kir ku rapor li gor şahidîyan hatiye amade kirin û wan wêne û delîlên vîdyoyê yên ku piştî kuştinê hatine kişandin piştrast kirine.
Amnesty daxwaz dike ku van kiryarên hovane yên tolhildanê divê demûdestê ji hêla Talîbanê ve were sekinandin.
Sekretera Giştî ya Amnesty International Agnes Callamard di raporê de got ku "Ev kuştinên hovane delîleke din e ku Talîban heman binpêkirinên pir xirab dike ku di serdema desthilatdarîya xwe ya berê ya li Afganistanê de navdar bûn."
Dengê Amerîka bi Talîbanan re têkilî danî ku li ser rapora Amnestyê berteka wan fêr be, lê heya niha bersivekê negirtiye.
Koma etnîkî Hazara, Şîa yên Misilmanên û li Afganistana bi 36 mîlyonan de ji sedî 9 ya civakê pêk tînin .