Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty: Zorbazîya Ser Rojnamevanîyê li Tirkîyê Zêde Dibe


Dîrektora International Amnesty ya Brîtanya Kate Allen dîyar kir ku bi operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê li Tirkîyê zextên ser rojnamevanîyê jî zêde bûne û li wî welatî ‘’serdemeke nû ya zorbaz’’ destpê kiriye.

Allen ji rojnameya Guardian ya Brîtanya re dîyar kir ku ji destpêka operasyona Efrînê ve li Tirkîyê bi sedan kes jiber nivîsên xwe yên li ser sosyal medya hatine desteser kirin.

Tirkîye kesên desteserkirî bi ‘’propagandaya terorê’’ tawanbar dike.

Allen da zanîn ku li Tirkîyê desterkirinên bi vî awayî êdî ‘’normal’’ bûye û ew dijî muxalîfên siyasî ‘’bertekeke bi fersend e’’

XS
SM
MD
LG