Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio: Cîhan Bilez Diguhere û Divê Em Rola Xwe ji Nû ve Binirxînin

Marco Rubio
Marco Rubio

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio li dema serdana xwe bo Almanyayê da beşdarî Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê bibe got ku “cîhan bilez diguhere.”

Rubio serokatîya şanda Amerîka bo Konferansa Ewlekarîyê dike. Wî îro Înê ji rojnamevanan re got, “Cîhana kevin nemaye ... Em di serdemeke jeopolîtîk a nû de dijîn, û ev yek dê ji me hemûyan bixwaze ku em bi awayekî ji nû ve binirxînin ka ev dê çawa be û rola me dê çi be.”

Diplomatê Amerîkayî herwiha da zanîn ku "gelek caran min ev mijar ligel gelek hevalbendan behs kiriye."

Nêzîkî 60 şandeyên payebilind ji welatên cuda beşdarî konferansê dibin, ku roja Înê destpê kir. Konferans dê li ser ewlekarîya Ewrupa û siberoja têkilîyên welatan danustandinan bike.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya Nêçirvan Barzanî beşdarî konferansê dibe.

Serokatîya Herêma Kurdistanê ragihand ku Barzanî dê li Munichê li ser rewşa siyasî û ewlekarîya Iraqê, Herêma Kurdistanê û pêşhatên li herêmê bi giştî biaxive.

Her çend Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê tiştekî fermî ranegihandîye, lê çend çavkanî dibêjin ku şanda Rojava bi serokatîya Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk Mezlûm Ebdî û Berpirsa Ofîsa Peywendîyên Derve ya Rêvebirîya Xweser Îlham Ehmed hatine vexwendin.

XS
SM
MD
LG