Di hilbijartinên nîvdemî yên 3ê Mijdarê de, li 19 wîlayetên Amerîkayê Parêzgarên niha li ser kar in, careke din namzet nînin.
Bi sedema sînorê qanûnî yê heyama erkê an biryara wan devjêberdanê, namzetên nû ji bo van postan pêşbazîyê dikin.
Ji bo 15 parêzgaran sînordarkirina dema erkê heye, 3 parêzgaran biryar dane ku careke din xwe ji bo hilbijartinê berbijêr nekin, û parêzgarê Rhode Islandê Dan McKee jî di hilbijartina pêşwext a partiya xwe de têk çû.
Ji van postan niha, 10 jî di destê Partîya Komarî de û 9 jî di destê Partîya Demokrat de ne.
Encamên dengdanên 3î Mijdarê wê dîyar bikin ka ev partî ewê van postan biparêzin an wan ji dest bidin.
Bi giştî, dengder îro li 36 wîlayetan, Parêzgar ji bo wîlayetê hildibijêrin.
Parêzgar, berpirsên herî bilind ên desthilata cîbicîhkar a wîlayetan in û di cîbicîhkirina qanûnên wîlayetê, budce û rêvebirina rewşên lezgîn de roleke sereke dilîzin.