Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku bingeha esmanî ya Amerîkî Eyn el-Esad li rojavayê Bexdayê serê sibêha îro Sêşemê rastî êrîşekê hatiye hatin û hêzên Amerîkî bo berevanîya xwe de bersîv dane.
Ev ragihandina cara yekê ye ku hêzên Amerîkî li Îraqê bersîva êrîşekê dijî bingehên xwe dide ku di demên dawî de bi rengekî berbiçav zêde bûne.
Reutersê ev agahî ji zarê du karbidestên leşkerî yên Amerîkî ragihand.
Yek ji karbidestan da zanîn ku êrîşa ser bingeha Eyn el-Esad bûye sedema birînên sivik û zarara li binesazîyê.
Karbidestê din jî dîyar kir ku hêzên Amerîkî ji ser keştîya AC-130 ya şerker bersîva wê êrîşê dane.
Ajansa AFP jî got ku îro dijî maşîneke komeke alîgirê Îranê êrîşeke dronî hatiye kirin û kesekî di nava wê meşînê de hatiye kuştin.
AFP ev agahîji zarên jêderên ewlekarî ragihand ku nexwestine navê xwe eşkere bikin.
Li gor wan jêderan ew meşîna beşek ji konvoyekê bû û li ser rêya Ebû Xirêb , 30 km li rojavayê Bexdayê hatiye armanc kirin.
Jêderekî ji Haşdî Şabî yan hêzên Tevgera Gel ji AFP re êrîş piştrast kir, - bi taybetî yekîneyên alîgirê Îranê ne ku bo şerê dijî Dewleta Îslamî hatine damezrandin, lê niha di nav artêşa Îraqê de cîh digirin.
Wî got ku got ku di encama êrîşê de yek şervanek hat kuştin û sê kesên din jî birîndar bûne.
Berxwedana Îslamî li Îraqê ku hevpeymanîyeke milîsên bi piştgirîya Îranê ye, bi daxuyanîyekê ragihand ku yek ji endamên wê li Îraqê di êrîşeke esmanî ya Amerîkî de hatiye kuştin.
Kuştina wî mîlîtanî, ragihandina yekê ya çekdarekî wan koman li Îraqê ye ku têkildarê şerê Îsraîl û Hamasê ye.
Amerîka berê jî bersîva êrîşên dijî hêzên xwe yên li Îraq û Sûrîyê dabû ku komên milîsên Îraqî berpirsîya wan girtibû ser xwe.
Komên milîsên Îraqî yên girêdayê Îranê di 17’ê Cotmehê de, dijî hêzên Amerîkî yên li Îraq û Sûrîyê dest bi êrîşên dronî û mûşekî kiribûn.
Ew komana dibêjin ku ew jiber piştgirîya Amerîka ji Îsraîlê re di şerê wê yê wêranker li Gaza wan êrîşana dikin.
Jêder: Reuters, AFP