Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Hollandî Teqe li Bergumanekî Kir û Ew Desteser Kir


Firîngeha Schiphol (Arşîv)
Firîngeha Schiphol (Arşîv)

Li Firîngeha Schiphol ya Amstersdam ya paytaxta Hollonda, karbidestên ewlekarîyê teqe li zilamek kir, ku dijî wan bi kêrê gef xwarin.

Yekîneyên Taybet yên Qralîyetê (Marechaussee) berguman berê desteser kir û paşê bi helîkopterê bir nexweşxaneyê.

Jiber bûyerê bo demekê seferên trenê yên ber bi firîngehê hatin rawestandin.

Polîsên Hollanda, bi demjimêra herêmî di 17:30’de dîyar kir ku ewlekarîya firîngehê jinûve temam bûye û seferên trenê destpê kirine.

Li ber e ku Marechaussee îro li ser bûyerê agahîyên berfirehtir bide.

XS
SM
MD
LG