Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya BDP'ê Geheşte Washingtonê


Şandeyeke Partîya Aştî û Demkokrasîyê (BDP) ku ji Hevserokên partîyê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Serokê Kongreya Civata Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û parlamanterê BDP’ê yê bajarê Wanê Nazmî Gur do êvarê geheştin Washingtonê.

Şandeya Kurd jibo vekirina nûnertîya BDP’ê ya li Washingtonê û her wiha jibo çend hevdîtinan bi karbidestên Wezareta Derve ya Amerîkî û endamên Kongresê hatin paytêxt.

Sîyasetvanên Kurd dê roja Sêşemê li Enstîtuya Brookings ya navdar pişikdarî li kombûneke taybet bikin ku li ser pirsa Kurdî ya li Tirkîyê tê kirin.

Her li heman rojê, resepsîyoneke taybet li ser rûmeta şandeya Kurdî dê were kirin ku tê çaverê kirin endamên civata Kurd ya li Washington, Virginia, Maryland û Kurdên li eyaletên din jî lê amade bin.

Sîyasetvanên Kurd, piştî hevdîtinên xwe yên li Washingtonê, derbazî New York’ê bibin û pişikdarî li çend bernameyên din bikin.

Kerem kin bi lînka vîdyoya jorîn li axaftina birêz Ahmet Turk temaşe bikin.

XS
SM
MD
LG