Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qeşeyê Amerîkî Yê li Tirkiyê Girtî Sûcên Dadgehê Red Dike


Andrew Brunson qeşeyê Amerîkî yê niha girtîye li Tirkiyê
Andrew Brunson qeşeyê Amerîkî yê niha girtîye li Tirkiyê

Andrew Brunson, qeşeyê Amerîkî yê ji eyaleta North Carolina yê li Tikiyê hatî girtin, roja Duşemê dîsan li dadgehê bû, dadgeh wî bi ajantî û alîkarîya terorê tawanbar dike, derbarê tawanên paldane wî got"ev şermezarî û dilreşî"ye.

Andrew dema meha borî li dadgeha Tirkî amade bûbû, serokê Amerîka Donald Trump ew yek şermezar kir bû.

Qeşeyê Kirstîyan yê Amerîkî Andrew Brunson, red kir ku têkiliya wî bi tora cema'ta Fethulah Gulen re hebe kesatiyê oldar ku li Amerîka dimîne. Tirkiyê Brunson bi têkliyên wî yên bi derbeya sernekeftî ya 2016an re ya li Tirkiyê yan jî Partiya Karkerên Kurdistan PKK'ê tawanabr dike.

Dibe ku 35 salên girtinê ceza bide qeşe Brunson, dema ku tawanên paldane wî li dadgehê hatin erê kirin.

Qeşe Brunson 20 salan li Tirkiyê dijî, lê sala 2016an hat girtin, ji dema girtî heta niha çaveriyê dadgehkirinê ye, heta niha dadgehê biryara dawiyê li ser wî ne stendî ye.

Andrew li gor şahidên nayên naskirin gotiye"ez alîkariya penaberên Sûrî dikim, ew dibêjin tu alîkariya PKK'ê dikî, ez dêran ava dikim, ew dibêjin tu alîkarîiyê ji cema'ta Gulen wer digirî".

Şahidekî li ser, Brunson li dadgehê gotiyedaye, wî dixwest dewleteke Kurdî ya Kirîstiyan ava bike, herwiha wî rê xweş kirîye ku têkilî di navbera hêzên Amerîka û YPG'ê de xurt bibin, da ku çekan bo wan bigehînin Sûriyê.

Brunson, ji dadgeha ser derya Îce, li bakurê Îzmir gotiye "xizmeta ku min jiyana xwe jê re kirîye qorban serûbin bû, ez qet ji xizmeta di rêya Mesîh de pêşkeş kirî şerminde nînim, lê ev tawanbar kirin "şermezarî û neşêrînî" ye.

XS
SM
MD
LG