Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Anketên Referanduma Tirkîyê "Erê" Pêştir Nîşan Didin


Reuters'ê îro Çarşemê ji zarê du sazîyên anketê yên Tirk ragihand ku 51-52 ji sedê hilbijêran dê roja Yekşemê, di referanduma ku xurtkirina serokomarîyê pêşnîyaz dike de bêjin "erê".

Hilbijêrên li Tirkîyê, di 16'ê Nîsanê de ewê jibo biryara xurtkirina desthilata Erdogan herin ser sindoqan. Bo Tirkên li dervayê Tirkîyê, dengdan di dawîya Adarê de destpê kiribû ku wê heta roja Yekşemê bidome.

Sazîya rapirsînê ANAR dîyar kir ku 52 ji sedê hilbijêran ewê di referandumê de bêjin "erê". ANAR da zanîn ku di navbera 5-10'ê Nîsanê de, li 26 bajaran ji 4000 zêdetir kes re rû bi rû axaftin kiriye û giheştîye vê encamê.

ANAR bi berdewamî eşkere kir ku rêjeya hilbijêrên bêbiryar 8 ji sedî daketîye ku bi vê, rêjeya "erê" bilind bûye.

Rêvebirê ANAR'ê Îbrahîm Uslu li ser Twitter'ê got ku rêjeya "erê" dibe ku li gor encamên sindoqên li dervayê Tirkîyê, hinekî din zêde bibe.

Kompanîyeke din ya anketê, Konsensus jî ragihand ku rêjeya "erê" ewê di referandumê de 51.2 ji sedê be. Konsensus da zanîn ku di navbera 2-8'ê Nîsanê de li 41 bajaran bi 2000 kes re rû bi rû hevdîtin kiriye û giheştîye vê encamê.

XS
SM
MD
LG