Nûnerê hevbeş yê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ereb yê jibo kêşeya Sûrî, Kofi Annan hişyarî da ku karanîna rêbazên leşkerî, wê rewşa heyî xirabtir bike.
Birêz Annan di serdana xwe ya Qahîreyê roja Pêncşemê de got, karanîna hêzên derveyî bo çareserkirina krîza Sûrîyê wê bibe hesabeke şaş ku bandorê li hemî herêmê bike.
Sekreterê berê yê Neteweyên Yekbûyî Annan vê daxuyanîya xwe, piştî hevdîtina xwe ya bi Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereb Nebîl Elerebî da.
Erebîstana Saudî û Qeter bi eşkereyî daxwaz kirîbûn ku çek bidine serhildayên Sûrî ku dijî destilata Beşar Esed şer dikin.