Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvana Parîsê Anne Hidalgo Got Ewê Nema X’ê bi Kar Bîne


Paris Mayor Anne Hidalgo
Paris Mayor Anne Hidalgo

Bajarvana Parîsê Anne Hidalgo îro Duşemê ragihand ku ewê nema platforma X’ê bi kar bîne.

Hidalgo dîyar kir ku X bi belavkirina agahîyên şaş demokrasîyan pûç dike.

“Li ser X’ê xapandin, dezenformasyon û êrîşên dijî jinan, lîberalan û zanyaran hene. Ev platform bûye zibilgeheke cîhanê. Ma em hin li wirê bimînin?”

Hidalgo got ku platforma X’ê û xwedîyê wê bi zanebûn girjîyan gurtir û pevçûnan zêdetir dikin.


Bajarvana Parîsê hewil dida ku bajêr bike navendeke bisîkletan ku ew jiber vê projeyê li ser medyaya civakî hem bi rexneyan re rûbirû ma hem jî hat pîroz kirin.


Piştî ku Elon Musk di sala 2022’yan de Twitter kirî, çavdêr û rêvebirên payebilind yên kompanî jî di nav de bi hezaran kes ji kar derxistibûn.

Platforma ku bi navê X’ê xwe nû kir, di demên dawî de jimareke reklamên kompanîyên mezin hinda kiribûn.

Qesira Sipî jî di nav de hin alî rexne li X digirin ku ew jibo kêmkirina antîsemîtîzmê xebateke xurt nameşîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG