Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Îslamî Êrîşeke Mezin Tînin Ser Bajarê Helebê


Bajarê Heleb a wêranbûyî
Bajarê Heleb a wêranbûyî

Hevalbendîyeke nû ya serhildayên Îslamî, ku baska el Qaydê li Sûrîyê el Nusra jî nav de, îro Înîyê êrîşeke mezin bir ser deverên bin kontrola rejîma Esad.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dibêje, ew enîya nû ku navê Ansar al-Sharia li xwe kiriye, hewil dide navenda hêzên esmanî ya rejîma kontrol bike. SOHR dide zanîn ku ew bîngeha stratejîk li bajarê Zahra ya bakurê Helebê ye.

SOHR herwiha dîyar dike ku di hevalbendîya nû ku ji 13 rêxistinan pêk tê, do Pêncşemê damezrandina "Odeya Operasyonan ya Ansar al-Sharia" ragihand.

Dîrektorê SOHR Ramî Abdulrahman ji AFP re got ku serhildayên Îslamî, tevî êrîşên esmanî, karîne çend avahîyên li Zahra kontrol bikin.

"Bi kêmî ve 35 kes ji serhildayan hatin kuştin û bi dehan kesên din jî ji hêla reîjmê hatin kuştin û birîndar kirin,” Abdulrahman got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Heleb ji sala 2012’yan vir ve, di navbera hêzên rejîmê û yên serhilda de dabeşkirî ye.

Rejîm beşên fireh li rojava, komên serhilda jî pişka rojhilata wî bajarî kontrol dikin.

XS
SM
MD
LG