Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derketina Şewatê li Daristaneke Antalya li Başûrê Tirkiyê


Arşîv: Derketina şewatê li daristanên Tirkiyê
Arşîv: Derketina şewatê li daristanên Tirkiyê

Ajansa Reuters roja Çarşemê ragihand ku karmendên agirvemirandinê xebatên xwe yên jibo vemirandina agirê dijwar yê bi daristeneke herêma Antalya ketî dom dikin û agir nêzî malan dibe.

Li gurî dîmenên videoyî û şaredarê bajarokê Manavgat, agir nêzî herêmên xwecihan û navneda bajarokê Manavgat dibe, karmendên agirvemirandinê xebatên xwe jibo vemirandina pêlên agir didomînin di wê demê de ku bayê bihêz agir û domana şewatê li herêmê belav dike.

Şaredarê bajarê Manavgat Şukru Sozen gotiye, agir heta navenda bajêr hatiye, gelek avahî hatine val kirin. Dîmenên ku hatine weşandin didin diayr kirin ku duke û domanek mezin bilind dibe û rûniştvanên li herêmê ber bi otombîlên xwe di bezin.

Serokê Şaredariya bajarê Mezin Antalya Muhittin Bocek dibêje, "Tiştekî weha berî niha qet rû nedaye" û got agir li 4 cihan belav bûye.

Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê (AFAD) li Tirkiyê gotiye niha ew bi 2 balefiran û 8 firokên helîkopter û 52 otombîlên agirvemirandinê li dij şewata derketî xebatên xwe didomînin.

Berpirsekê Rêveberiya herwiha gotiye, wan daxwaza tîmên rewşa awarte yên li herêmên nêzîk jî kirîye. Di heman demê de berpirsên herêmê nexweşxanên nêzîk herêma daristanê ya rastî şewatê hatî vala dikin.

Derhal berpirs sedema derketina şewatî nizanin, Antalya bi havîngeha xwe û turîzma xwe navdare, li havînê hejmarek zêde ya geştiyarên navxweyî û biyanî diçin wê derê, peravên wê bi berziya pileya germê di havînê de navdare.

XS
SM
MD
LG