Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres roja Pêncşemê bang li hemû alîyên têkildar kir ku ji bo çareseriyeke diplomatîk di dosyaya Libnanê de bixebitin.
Guterres herwiha banga yekîtîya ax, serwerî û serbixwebûna siyasî ya Libnanê kir.
Karbidestê navnetewî li ser platforma X'ê got ku pêdivî ye agirbestekeke giştî û berfireh were sepandin da ku aramî û ewlehî li welêt were parastin.
Wî herwuha bal kişand ser girîngîya çareseriya diplomatîk û dûrxistina her cure zêdekirina girjîyan.
Sekreterê Giştî yê NY di heman demê de piştgirîya xwe ya tevahî bo mafê taybet ê hikûmeta Libnanê ragihand ku tenê dewlet xwedîyê çek û bikaranîna hêzê be.
Ev daxwaza Guterres di demekê de tê ku gotûbêjên navxweyî û herêmî li ser rola komên çekdar li Libnanê bi domdarî tên kirin.
Daxuyanîya Guterres di nav mercên ku civaka navneteweyî hewl dide agirbest û aramiyê li Libnanê bihêz bike de hatiye kirin, di demekê de ku gelek welat bang li rêzgirtina serwerîya Libnanê û astengkirina her cure şer û pevçûnan dikin.