Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Lubnanê Aoun Hişyarî Dide ku Divê Demûdest Hikûmeteke Nû Were Damezirandin


Michel Aoun
Michel Aoun

Serokê Lubnanê Michel Aoun îro Yekşemê got ku ger hikûmeteke nû neye damezirandin Lubnan wê têkeve rewşeke dojehî.

Hişyarîya tund di vê deme de tê ku Lubnan rûbirûyê krîza aborî û darayî ye ku her roj xirabtir dibe û hejmara mirinên ji vîrusa korona jî bilindtir dibe.

Aoun, di axaftina televîzyonî de hevbendên xwe yên sîyasî yên Şîa Hîzbullaha û Emel rexne kirin ku naxwazin dest ji wezareta darayî berdin û pêgir in ku di kabîneya nû de wezîrên Şîa hebin.

Wî herwiha serokwezîrê destnîşankirî Mustafa Edîb jî rexne kir ku bê ku bi bloken nav parlamanê bişêwire, dixwaze hîn kesan têxe nav kabîneya xwe.

Raportên medyayî yên hefteya borî ragihandibû ku Edîb dixwaze berpirsên hin wezaretan biguherîne ku hin ji wan bi salan e ji hêla heman hezên mezhebî ve têne kontrol kirin.

Nûnerên fraksîyonên Şîa û Kirîstîyan jî bi dengekî bilind Edîbê Sunî rexne kiribûn ku ew bi wan naşêwire.

Pisporên sîyasî bal dikşînin ku asêbûna sîyasî hewilên Serokê Fransî Emmanuel Macron asteng dikin ku jibo rizgarkirina Lubnanê ji krîza aborî û sîyasî nexşereyek pêşkêş kiribû.

Macron pîştî peqîna mezin 4'ê Tebaxê ya li Beyrutê du caran serdana Lubnanê kiribû û bi rêberên mezhebî û rêbrên mezhebî yên Lubnanî soz dabûn wî ku ewê heta 15'ê Îlonê kabîneyeke nû ya yekbûyî ava bikin.

Dewletên ku piştgirî didin nexşerêya Fransî û soza alîkarîya diravî dabûn Lubnanê, şert danîbûn ku reformên berfireh li welatî pêk werin û kabîneyeke nû ya teknokratan û wezîrên pispor were damezirandin.

Li gor nexşerêya Fransî ya bo hikûmeteke nû, divê danûstandinên cemidî yên bi Sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) jinûve destpê bikin ku sîstema elektrîkê ya wêran were çêtir kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Lubnanê postên bilind yên serok, serokwezîr û serokê parlamanê li gor peymana dabeşkirina desthilatê, di nav bawerî û mezheban de tên belav kirin.

XS
SM
MD
LG