Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Di Êrîşên Kabulê de Herî Kêm 13 Kuştî Hene


Ajansa AP ji zarê karbidestên Rûsî ragihand ku di encama du êrîşên xwekujî de, bi kêmî ve 13 kes li nêzî firîngeha Kabulê hatine kuştin.

Ajansê da zanîn ku di peqînan de, ku kesên ku dixwazin ji Afganistanê derkvin kir armanc, herî kêm 15 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestekî Amerîkî ji ajansê re got ku bi bawerîya wan ew êrîş ji alîyê Dewleta Îslamî ve hatine kirin, ku şaxê wê yê li Afganistanê ku di demên dawîyê de xurttir bûye.

Heman karbidestî dîyar kir ku di nava birîndaran de endamên leşkerîya Amerîkî jî hene.

Wî jêderî bi berdewamî got ku tevî êrîşên îro karê veguhastina mirovan ji firîngeha Kabulê hîn jî didomin.

Talîban, ku niha Afganistanê kontrol dike, êrîşên îro şermezar kirin û got ku êrîş li xalên bin kontrola Amerîkîyan qewimîn.

XS
SM
MD
LG