Breaking News

Hilcivîna APEC'ê Çi ye û Çima bo Aborîya Cîhanî Girîng e?

Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku îro gihîşte Fîlîpînê, biryar e ku Çarşemê derengî şevê ji bo beşdarbûna hilcivîna APEC'ê bigihêje Çînê. Forum dê rêberên çend aborîyên herî mezin ên cîhanê bîne cem hev.

Hevkarîya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) yek ji forumên aborî yên herî girîng ên cîhanê ye, ku Amerîka, Çîn û Rûsya endamên wê yên sereke ne. Forum hewl dide ku bazirganîya azad, weberhênan û hevkarîya aborî di navbera endamên xwe de xurt bike.

Hizira damezrandina AIPEC'ê cara yekem di Çileya 1989'an de ji hêla Bob Hawke, serokwezîrê wê demê yê Awusturalyayê ve, di gotarekê de li Seoula Koreya Başûr hate pêşniyarkirin.

Piştî wê bi deh mehan, nûnerên 12 aborîyên herêma Asya-Pasîfîkê li Canberra, Awustralyayê, civîyan da ku vê rêxistinê bidin destpêkirin.

Armanca sereke ya forumê xurtkirina têkilîyên aborî, kêmkirina astengîyên li pêşîya bazirganî û weberhênanê û handana geşedana aborî li herêmê bû.

Çend endamên APEC'ê hene?

APEC niha ji 21 aborîyan pêk tê ku bi hev re 60% zêdetir GDP'ya cîhanê pêk tînin û nêzîkî 2.7 milyar mirov, an jî nêzîkî 40% ji nifûsa cîhanê, li welat û herêmên endam dijîn.

Ji bilî Amerîka, Çîn û Rûsyayê, endamên din jî Awustralya, Brunei, Kanada, Çîlî, Hong Kong, Endonesya, Japon, Malîzya, Koreya Başûr, Meksîk, New Zelanda, Papua Gîneya Nû, Perû, Fîlîpîn, Sîngapûr, Taywan, Tayland û Vîetnam in.

Forum peyva "aborî" li şûna "welat" bikar tîne ji ber ku Hong Kong û Taywan jî, ku ne welat in, endam in.

APEC çawa kar dike?

Rêberên endamên APEC'ê salane di hilcivînekê de dicivin da ku li ser mijarên aborî û bazirganî nîqaş bikin.

Di sala 1994'an de, endamên APEC'ê li Bogor, Endonesyayê armanca Forumê ji bo azadîya bazirganî û weberhênanê heta sala 2010'an ji bo aborîyên pêşketî û heta sala 2020'an ji bo aborîyên pêş dikevin danîn.

Lê belê, biryarên APC'ê ji hêla qanûnî ve ne neçarî ne û bicihanîna wan bi razîbûn û daxwazên endaman ve girêdayî ye.

Çima civîna 2026'an girîng e?

Çîn dê di 18 û 19'ê Mijdara 2026'an de li Shenzhenê, ku yek ji navendên teknolojî û aborî yên herî girîng ên Çînê ye, mêvandarîya civîna APEC'ê dike.

Hişberîya çêkirî, zincîrên dabînkirinê, bacên gumrikê yên kêmtir û çavkanîyên enerjîyê di nav mijarên sereke yên civînê de ne.

Nakokîya Deryaya Başûrê Çînê, Îran û mijarên din ên ewlehîyê jî girîngîya siyasî ya civînê zêde kirine.

XS
SM
MD
LG