Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Abdurrahman Gok di Rûniştina Yekê de Nehate Berdan


Abdurrahman Gok
Abdurrahman Gok

Rûniştina yekê ya doza rojnemavenê Kurd Abdurrahman Gok îro Pêncşemê li Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê ya 5’an hate dîtin.

Gok, ku edîtorê Ajansa Mezopotamyayê ye, bi tawana ‘endamtîya rêxistina terorê û propagandaya terorê’ di 25’ê Nîsanê de, di operasyoneke berfireh de hatibû girtin.

Gok li ser îfadeya kesekî bi navê Umit Akbiyik hatibû girtin ku berê endamê HDP’ê bû û bilî Gok, bi dehan kesên din ser îfadeya wî hatibûn girtin.

Dadgehê jibo guhdarkirina vî kesî biryar da ku Gok heta rûniştina duyê girtî bimîne. Akbiyik wê di rûniştina duyê de li dadgehê amade be û dîsa şahidîyê bike.

Dadgehê, Gok berneda û biryar da ku rûniştina duyê di 5’ê Çileyê de were dîtin.

Çend dozên cuda yên li dijî Gok hene ku niha ew dosye li Dadgeha Bilind in.

Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê ya 5’an jibo rûniştina duyê daxwaza van dosyeyên din jî kiriye.

''Dadgeh li gor sîyaseta ewlekarî biryaran dide''

Parlemanter û nûnerên rêxistinên sivîl jî vê dozê dişopînin. Yek ji wan Nûnerê Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) li Tirkîye, Erol Onderoglu ye.

Onderoglu bi bîr xist ku berîya hilbijartinê li ser rojnamevanên Kurd pêleke mezin ya girtinê çêbû û ew piştî salekê li zindanê, di rûniştina yekê de hatin berdan.

“Lê îro di kesitîya Abdurrahman Gok de îstîsnayek kirin, jibo guhdarîkirina şahidekî nepêbawer, dadgehê biryara berdewamîya girtina Abdurrahman da.”

Onderoglu anî ziman ku zindanîkirina rojnamevanan li Tirkîyê bûye rewşeke kronîk û ev jî dike bawerîyek li ser wan çêbe ku dadgeh li gor sîyasetê biryaran dide.

“Dadgeh li gor sîyaseta ewlekarîya dewletê, biryara girtina bi dehan rojnamevanên Kurd didin. Bi hêvîya ku rewşa xirab ya heyî hîn xibatier nebe, me hêvî dikir ku dadgeh wê biryara berdana Gok bide. Wî jî di parastina xwe ya li dadgehê anî ziman ku ew jiber ku bi wêneyên xwe, kuştina Kemal Kurkut ya di dema Newrozê de belge kiriye, rastî reftareke wiha tund tê.”

Onderoglu bi berdewamî got ku ew hêvîdar in ku ew sîyaseta heyî di mehên pêş de li ser medya û azadîya ramanê de nedome û dawî li girtina rojnamevanan were.

Apo Gok li Dadgehê Xwe Çawa Parast?

Hêjayî bîrxsitinê ye ku bîra giştî navê Abdurrahman (Apo) Gok bi wêneyên Kemal Kurkut nas kir. Kurkut di Newroza 2017’an de li Amedê bi destê polîsan hatibû kuştin.

Walîtîya Amedê di daxuyaniya vê bûyerê de Kurkut weke êrîşkarê xwekuj tawanbar kiribû lê Apo Gok dema kuştina Kurkut bi kameraya xwe tomar kir. Bi xêra wan fotografan eşkere bû ku Kemal Kurkut sivîl e, xwendekarê zanîngehê ye, ji Melêtî taybet jibo Newroza hatiye Amedê.

Jiber kuştina Kurkut doz li polîsan hate vekirin, lê di encama dadgehê da beraat kirin.

Gok di parastina xwe de dîyar kir ku ji 20 salan zêdetir e rojnamevan e û li Îran, Îraq û Sûrîye jî xebitîye û jibo azadîya rojnamevanîyê şer kirîye.

Gok bal kişand ku piştî ku wî fotografên Kemal Kurkut belav kirine, derheqa wî de 5 doz hatin vekirin.

''Ez bawer dikim ku jiber wan fotografên Kemal Kurkut di derheqa min de ev doz hate vekirin û ez jiber wan têm dadgeh kirin.”

Di îdianameyê de tawanên dosyeyên cuda jî hatine cîh kirin. Yek jî ji wan belgefîlma ku Gok li ser Kobanê û Reqayê amade kirîye.

''Di wê demê de tirba fermandar Suleyman Şah bi alîkarîya YPG hate veguhastin, Serokomar anî ziman ku jibo ku alîkarî bigiheje Kobanê, Tirkîyê li ser erde xwe koridor vekir. Ev hemî ne sûc in, lê dokumantera ku min di wan salan de çêkir niha weke sûc derdixin pêşîya min.’’

Parêzer Resul Temûr û Emîn Aktar jî got ku tawanên dijê Gok hemî jî karên rojnamevanîyê ne û ev berdêla fotografên kuştina Kemal Kurkut dide.

Parlamana Ewrupa: ''Li Tirkîyê sîstema Dadgehê ne bê alî ye''

Parlamana Ewrupa jî di raporta Tirkîyê de got ku ''Paşveçûna demokrasîyê li Tirkîyê zêdetir dibe.’'

Di raportê de tê gotin ku li Tirkîyê sîstema dadwerîyê ne bê alî ye û ev sîstem dibe amûrê sîyasetê. Raportê di heman demê de zextên li ser rojnamevanîyê jî şermezar kir.

XS
SM
MD
LG