Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxwaza Apple û Disney jibo Dûrketina ji Dengdana ser 'AI' Hat Redkirin


Ajanseke bilind ya hikûmeta Amerîka biryara da ku kompanîyên Apple û Disney nikarin xwe ji dengdana karhênerên xwe derbarê bikaranîna Hişberîya Çêkirî (AI) bidin alî.

Komîsyona Ewlekarî û Veguheztinê ya Amerîkî daxwazên kompanîya Apple, ku çêkera iPhone e, roja Çarşemê red kir.

Apple dixwest xwe dûrî bangên daxwaziya raportan li ser bikaranîna AI bixe.

Ew daxwaza dengdanê ji hêla sendîkayeke karkeran ve hatibû pêşkêş kirin.

Bikaranîna Hişberîya Çêkirî ji alîyê kompanîyên teknolojîya nû ve metirsîyek xistiye nav karmendên van kompanîyan ku dest ji wan bê berdan û êdî kompanî pala xwe bi tevahî bidin Hişberîya Çêkirî. Ev metirsî herwiha li karmendên Hollywood jî peyda bûne ku sala par derketibûn xwepêşandanên girseyî.

Herwiha, pêşnîyarên mîna wan daxwazan ji aliyê hevparên sazîyeke xaneneşînî ya AFL-CIO, hatine tomarkirin. Ew kom federasyona herî mezin ya sendîkaya karkeran li Amerîka ye, ku di heman demê de pirsgirêka bikaranîna Hişberîya Çêkirî li çar kargehên teknolojiyê yên din jî li benda bersivan mane.

Vê rêxistinê ji Apple daxwaz kirîye ku raportekê li ser bikaranîna Hişberîya Çêkirî "di warê karsazîya xwe de û eşkerekirina rênimayên exlaqî yên ku kompanî pêgirê wan in derbarê bikaranîna Hişberîya Çêkirî." Di daxwazeke wisa de, wê ji Disney jî xwest ku li ser rola desteya xwe ya çavdêriya bikaranîna Hişberîya Çêkirî raportekê amade bike.

Apple û Disney demûdest bersiva van xwestekan nedane.

Her du kompanîyan gotibû ku pêşnîyaz dikarin ji dengên wan werin dûrxistin ji ber ku ew bi "xebatên bazirganiya asayî" ve girêdayî ne, mîna pijrandina kompanîyê ji teknolojîyên xwe re.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG