Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aramco Piştrast E ku Heta Dawîya Îlonê Kargeha Xurais Wek Berê Bixebite


Kargeha Xurais (Arşîv)
Kargeha Xurais (Arşîv)

Kompanîya Aramco ya Saudî îro Înê ragihand ku ewê heta dawîya Îlonê hilberîna neftê ya ji qada Xurais dîsa bîne asta herî bilind.

Qada Xurais yek jî kargehên neftê ya Erebistana Saudî ye ku hefteya borî bûbû armanca êrîşên bi dronan.

Berpirsê giştî yê Aramco Fahad Abdulkerîm got ku ew şev û roj dixebitin ku kargeha lêxistî xwe jinûve vekin û wan ji Amerîka û Ewrupa alavên nû anîne ku zararên kargehê çêkin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku êrîşa ser kargeha Abqaiq û zevîyê neftê ya Xurais ya Şemîya derbazbûyî bûbû sedema agirên mezin.

Karbidestên Saudî ragihandibû ku di êrîşan de ti kuştî û birîndar çênebûn, lê hilberîna neftê ya wî welatî bi awayekî berbiçav nizim bûbû.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Pêncşemê gotibû ku ew piştî êrîşên ser kargehên neftê yên Erebistana Saudî, koalîsyonekê ava dikin ku pêşî li gefên Îranê bigirin.

Rêvebirîya Amerîkî hem ji êrîşên vê dawîyê yên ser kargehên neftê li Erebistana Saudî û hem jî yên dijî gemîyên neftê Îranê berpirs dibîne.

XS
SM
MD
LG