Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîhrîcana Arîn Mîrkan ya Jinên Ciwan li Efrînê Didome


Mîhrîcana Arîn Mîrkan ya Jinan roja Sêşemê li Efrînê destpê kir. Di mîhrîcanê de jinên Efrînê yên ciwan çalakîyên çandî, hunerî û sporî pêşkêş dikin.

Mehrîcana ku ji alîyê Yekîtîya Jinên Ciwan ve tê darxistin, li navenda çand û hunerê li bajarê Efrînê destpê kir û ta dawîya hefteyê dewam dike.

Di roja yekê ya mîhrîcanê de çalakîyên çandî yên wek helbest, nigarkêşî, berhemên destkarî û pêşbirkên çandî hatin pêşkêş kirin.

Mîhrîcan roja Çarşemê jî bi çalakîyên hunerî dom kir; beşdaran stran, mûzîk, govend û cilûbergên folklorî pêşkêş kirin, herwiha şano jî hate pêşandan. Bernameyên mîhrîcanê ji alîyê beşdaran ve gelek hatin ecibandin.

Hêjayî gotinê ye ku çalakîyên mîhrîcanê heta roja Înê didomin û pêşbirkên sporî bêne li dar xistin ku tê de futbol, basketbol, şatranc hebin û herwiha kesên serkeftî wê bêne xelat kirin.

Mîhrîcana Arîn Mîrkan ya Efrînê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00

XS
SM
MD
LG