Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Arjantîn Jiber Kêşeya Aborî 10 Wezaretên Xwe Digire


Hikûmeta Arjantînê bo kêşêya aborî rawestîne hin tedbîrên nû distîne.

Li ber e ku berî Wezîrê Darayî yê Arjantînê Nicolas Dujovne berî bi karbidestên Sindoqa Diravî ya Navneteweyî (IMF) re kom bibe, 10 wezaret werin girtin.

Tevî ku Bankaya Navendî faîz heta 60 ji sedê rakir jî, Pesoya Arjantînê bi qasî nîvê nirxa xwe daket.

Dujovne dê li Washingtonê bi Serokê IMF’ê Christine Lagarde re bicive.

IMF, li Arjantînê wek berpirsê kêşaya aborî ya sala 2001’an tê dîtin, lê di meha Hezîranê de Arjantîn û IMF’ê peymana kredî ya bi 50 mîlyar dolar îmza kiribû.

Dujovne dixwaze ku IMF demûdest kredîyê bide.

Hikûmeta Arjantînê dabû zanîn ku jiber ku peso li hember dolar bi lez dadikeve, wan ji neçarî serî li IMF'ê daye.

XS
SM
MD
LG