Govend, dîlan û sema bişekî serekî ye di kelepûra kurdî de, her ji qada şer ta şahî û zemawendan, kurdan herdem sema û govend li darxistine. Lê belê ev cûrê celebên govandan nehatine naskirin û lêkolînên zanistî li ser wan bi hûrbînî nebûne, ji ber vê yekê jî navê gellek ji wan êdî wenda dibin û nema tên naskirin. Hunermend û semakar Arjen Brûsk yek ji wan hunermandan e ku li ser govndên kurdî dixebite û wan bi zanistî şîrove dike û bi kesên biyanî re jî parvedike.
Arjen li bajarê kurdî Semsûrê ( Adiyaman) li Turkiyê ji dayik bûye û ji zaroktiya xwe ve dîln û govendê bala wî kişandiye û êdî li dîbistana serekî destpê kiriye.
Lê belê wî xwest ku li ser vê behreya xwe ya hunerî kar bike û wî bide pêş, ji ber vê yekê wî beşê semayên Kevneşopî ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê Konservatuarê mezûn e xwend.
Ji sala 2004an ve bi rengek çalak wek semakar, muzîkjen, mamoste, koreograf, pêşkêşvan û hunermendê performansê dixebite.
Ew li akademî û di nav komên hunerî de, perwerda sema , govend bi hemû cûrên xwe yên nûjen û kevin dide.
Arjen beşdarî gellek çalakiyan bûye û bi pirr komên hunerî re xebitî ye ji wan: Sultanên Reqsê – Agirê Anatoliyê, Produksiyona Dansa Troy, Produksiyona Derîyên Rojhilatê, Koma Hunerên Pêşandanê ya Boğaziçi – Kardeş Türküler, Destar Thearte – Şermola Performance, Theatroya Görmeyeri, Theatroya Lîstikvanên Bi’takım, Projeya Dansê ya Ara & Şamiram, KeKeÇa Koma Perkusyona Laş, Festîvala Navneteweyî ya Muzîka Laş, Festîval Carioca De Danca Circular Sagrada, Comunidade Dedo Verde de.
Her wiha jî wî li ser şanoyê xebat kiriye di: Destar Theater – Şermola Performance ya Serencama Qijikan, Xelata Muzîkê ya Têatroya Original.
Bi projeya Govend Stenbolê ya ku wî li Stenbolê saz kir, wî dest bi waneyên Govend, Şevên Govendên Kurdî û Konserên Dansên Kurdî kir û gihişt Ewrûpa heya Amerîka û gellek deverên din di cîhanê de.
Arjen pênasîna govenda kurdî bi xelkên biyanî re parvedike û bi hemû şêwazên vê hunerî dixwaze ku zengînî û reseniya govend û semaya kurdî geş bike û bike wek nasnameyek ji çand û hunera kurdî re û ya din jî wê ji wendakirin û diziyê biparêze.