Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ermenîyên Qamişlo bo Protestokirina Azerbaycanê Daketin Kolanê


Îro pêncşemê bi dehan Ermenî li ber avahiya Netewên Yekbûyî ya li Qamişlo mangrtinek li dar xistin.

Ermeniyên Qamişlo dorpêça hêzên Azerbaycanê li ser herêma Artsax (Qarabaxa Çîya) şermezarkirin.

Her wiha piştgiriya Tirkiyê ji Azerbaycanê re li dijî Ermeniyan protesto kirin.

Di mangirtinê de rêvebirên civaka Eremenî dîyar dikin ku ev 50 roj in Artsaxê dorpîçkirî ye.

Rêveberê Encumena Civaka Ermenî Îmad Teteriyan dibêje derdora 120,000 Ermenî li komara Artsaxê rastî kirîzeke mirovî tên.

Ermenên Qamişlo dibêjin ku komên çekdar yên opozisyona Sûrîyê ku piştîvanîya xwe ji Turkîyê werdigirin di şerê dijî Ermenan li Qerebaxê de beşdar in.

Imad Teteriyan di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser vê xalê.

li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê derdora 3000 Ermenî dijîn, û piraniya wan li Hesekê û Qamişlo dijîn. Lê piştî 2011an pirranîya Ermenên Sûrîyê koçberî Ewropa û Ermînîyayê bûne.

Civaka Ermenî ku di sala 2019an de hatiye damezrandin û nûnerên wan di nava Rêveberîya xweser de hene. Her wisa di nava HSD de taborek Ermenan jî heye.

Ermenî li Sûrîyê di navbera alîgirên Rêjîm û Rêveberîya xweser de dabeş kirî ne.

Tevî baranê, Îro Ermenên Qamişlo xwestin dengê xwe bighînin civaka navnetweyî bi rêka mangirtina xwe li pêş avahîya UN li Qamişlo.

ZO_02_02_2023_Ermeni_Qamishlo
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:45 0:00
XS
SM
MD
LG