Ermenistan cîrana xwe Azerbeycanê bi belavkirina kîna nijadî ya sîstematîk li dijî welatîyên Ermen tawanbar kir.
Li Dadgeha Navnetewî ya Dadmendîyê (ICJ), Yeghishe Kirakosyan, nûnerê Ermenistanê, îro Pêncşemê bang li dadgehê kir ku pîvanên demkî li deyne da ku nehêle Azerbeycan peymaneke navnetewî li dijî cudakirina nijadî binpê bike.
Herdu welat sala borî ketibûn nav şerekê ku şeş hefteyan dirêj kiribû.
Dijminahîya di navbera herdu welatan de sala borî gihişt asta şerekî li ser herêma Nagorno-Qarabax ku di encama wî de bêtirî 6,600 kes hatin kuştin. Ew herêm li nav sînorên Azerbeycanê ye, lê ji sala 1994'an ve ji alîyê hêzên Ermen yên ser bi Ermenistanê ve dihate kontrol kirin.
Kirakosyan got ku ew ji dadgehê naxwaze ku li ser egerên şer biryarekê bide, lê ew “hewil dide ku rê li ber tundûtûjî û kîna dijî Ermenan bigire.”
Hêjayî gotinê ye ku parêzerên ku nûnertîya Azerbeycanê jî dikin dê beşdarî rûniştineke guhdarîkirinê li dadgehê bibin. Azerbeycan jî heman doz li dijî Ermenistanê li dadgehê vekirîye.