Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Arşed Hemed: Komên Çekdar Yên li Şengalê Bo Tirkîyê Ne Gef in


Arşed Hemed, mamostayê dîrokê li Zankoya Duhokê weha dibîne ku komên çekdar yên ku li Şengalê binecîh in, ti carî jibo Tirkîyê ne gef in, ya ku Erdogan dibêje ne raste.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got Tirkîye her dem amade ye karekî li dijî PKK bike li Şengalê û digel hikûmeta Îraqê operasyonên hevbeş pêk bîne. Lê em nikarin roja operasyonên bi vî rengî bi eşkereyî ragihînin "Em dikarin di şevekê de, ji nişkê ve bikevin wir," wî got.

Erdogan dixwaze li herêma Şengalê çi bi dest bixe? Helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê li hember wan gefan çi ye?

Arşed Hemed, mamostayê dîrokê li Zankoya Duhokê gote Dengê Amrîka ku komên çekdar yên ku li Şengalê binecîh in, çi carî jibo Tirkîyê ne gef in, weka Erdogan dibêje, lê ew dixwaze îradeya kevnar Tirkîyê xweya bike ku deverên împaratorîya Osmanlî dîsan bistîne.

Hemed got ku Tirkiye tim astê daxwazên xwe bilind dike da kû hinekan ji wana bi destbêxe. Ew niha wan çavsoriyan dike ji ber ku hikûmeta navendî ya Iraqê pir lawaz e û rastî pirsgirêkên mezin ên navxweyî dibe.

Arshad Hamad
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:34 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG