Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Lubnanî: Hêvîyên Rizgarkirine Saxmayîyên Peqîna Sêşemê Hindiktir Dibin


Artêşa Lubnanî ragihand ku hêvîyên rizgarkirine saxmayîyên peqîna hêzdar ya roja Sêşemê hindiktir dibin.

Televîzyona Al Jadeed ya Lubnanî îro Yekşemê daxuyanîya artêşê ragihand.

Wezareta Saxlemî ya Lubnanê roja Şemîyê ragihandibû ku piştî peqîna Beyrutê, ku beşeke mezin ya wî bajarî weran kiribû, hîn 21 kes hinda ne.

Wezaretê da zanîn ku di peqînê de bi kêmî ve 158 kes hatibûn kuştin û dora 6,000 kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG