Tevî rewşa jiyana zor û dijwar li bajarê Kobanî, lê belê çalakî û xebatên hunerî lê berdewam in.
Di 10 Gulanê de çalakiya hunerî bi navê " Vîna welatê zeytûnan ji terora we bi hêztir e " dest pêkir.
di derbarî vê çalakiyê de Dengê Amerîka hevpeyvînek bi hunermendê şêwekar Mihemed Şahîn re kir.
Hunermend Şahîn anî ziman, ku biryara vê çalakiyê ku li bajarê Efrînê biba, lê belê ji ber rewşa Efrînê, ew li Kobanî bû.
Her wiha jî wî got ku hunermendên kurd dixwazin ku ciwaniyê û xweşiyê bidin gelekê herêmê piştî huqas zor û dijwariyê.
Zaneyariyên vê Sempozyomê:
Di navbera 10-16/5/2019 li salona Newroz ya li bajarê Kobanî be.
Di roja Îniyê de 10 Gulanê destpê kir û wê berdewam bike ta 28 Gulanê.