Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esmangerên Artemis II Dê Nêzîkî Heyvê Bibin û Tomareke Nû Bişikînin

NASA's Artemis II
NASA's Artemis II

Çar esmangerên di mîsyona Artemis II ya Ajansa Valahîyê ya Amerîkayê (NASA) de bo ser heyvê, wê roja Duşemê ji bo dûrtirîn dûrbûna mirovan ji Erdê tomarê bişikînin.

Ev gav dê ji tomara berê ya 400,171 kîlometreyî ku ji hêla koma Apollo 13 ve di sala 1970’an de hatibû danîn, derbas bibe.

Koma Artemis 2 dê wextê xwe ji bo pîrozbahiyek mezin tune be. Bernameya wan a roja Duşemê herwiha heyama erka 10 rojî jî tê de heye ku ew ê herî nêzîkî heyvê bin.

Niha, sê esmangerên Amerîkî û yek Kanadayî dê wêneyên heyvê bigirin û rahênanên xwe yên di jeolojîyê de bikar bînin da ku rave bikin ka çi dibînin, dema ku ew li dora alîyê heyvê ku ji Erdê nayê dîtin difirin.

Geşta Tîma Artemis II yekem care piştî zêdetirî 50 salan, esmangeran dişîne ser heyvê.

Ew beşeke ji rêze erkên plankirî yên NASA yê ku hewl dida destpêka sala 2028'an de mirovan bişîne ser heyvê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG