Lînkên eksesibilîtî

Artêşa Îraqê Dijî Çekdarên DAIŞ'ê yên li Çolê Dest bi Operasyonê Kir


Maşîneyeke Artêşa Îraqê

Reuters’ê îro Pêncşemê ragihand ku Artêşa Îraqê, li çola li ber sînorê Sûrîyê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dest bi operasyonê kiriye.

Di operasyonê de, leşkerên Îraqê, hêzên polîsan û çekdarên Heşda Şaabî cîh digirin. Artêş, bi vê operasyonê hewil dide ku rê li ber êrîşên çekdarênDAIŞ’ê yên xwe li çolê vedişêrin bigire.

Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî, pêr Sêşemê dîyar kiribû ku DAIŞ ‘’ji alîyê leşkerî ve têk çûye’’, lê heta ku ew rêxistina tundrê li çolê jî têk nebin ewê serkeftinê ranegihînin.

Artêşa Îraqê hefteya borî Rawa, ku li Îraqê bajaroka dawî ya di destê DAIŞ’ê de bû, ji rêxistinê sitandibû. Rawa, bo DAIŞ’ê di navbera Îraq û Sûrîyê de, navenda veguhastina çekdar û amûrên leşkerî bû.

Koalîsyona navnetweyî ya dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengîya Amerîka, heftaya borî dîyar kiribû 95 ji sedê axa ku DAIŞ’ê lê ‘’xîlafet’’ ragihandiye, ji dest wê hatiye sitandin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG