Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê: Me bo Kerkûkê Ti Operasyon li Dar Nexistin


Tankên Îraqê li başûrê Kerkûkê
Tankên Îraqê li başûrê Kerkûkê

Artêşa Îraqê ragihand ku dijî Kerkukê dest bi ti operasyonan nekiriye.

AFP, ku ajansa nûçeyan ya Fransî ye, serê sibê dîyar kiribû ku Artêşa Îraqê bo Kerkûkê bi şûnde bistîne dest bi operasyonê kiriye.

AFP’ê ji zarê generalekî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike dabû zanîn ku ‘’Artêşa Îraqê, bo enîyên ku di sala 2014’an de ji dest wê derketîye bi şûnde bistîne pêşde diçe’’

Artêşa Îraqê ji rûpela Facebookê sazîyên medya hişyar kir ku tenê li gor agahîyên jêderên fermî nûçeyan çêkin.

Serokwezîrê Îraqê Heyder el-Abadî roja Pêncşemê îdiayên derbarê operasyoneke ser Kerkûkê red kiribû.

XS
SM
MD
LG