Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê li Mûsilê Kontrola Hemî Rêyan bi Dest Xwe Xist


Artêşa Îraqê li rojavayê Mûsilê
Artêşa Îraqê li rojavayê Mûsilê

Reuters'ê îro Çarşemê ragihand ku yekîneyên Artêşa Îraqê ku Amerîka piştgirîya wan dike, li rojavayê Mûsilê rêya sereke û ya dawî jî ji dest DAIŞ'ê sitand.

Generalekî payabilind ya artêşê ji ajansê re da zanîn ku li bakurê rojavayê Mûsilê, ji ''Derîyê Sûrîyê'' re bi qasî kîlometreyekê maye.

''Me kontrola rê bi dest xwe xistîye, hindik maye ku em bi derî gehînin'' wî got.

Xwecihên Mûsilê jî eşkere kirin ku ji Sêşemê vir ve ew nikarin di rêya bilind ya ku li ''Dêrîyê Sûrîyê'' destpê dike re herin werin.

Rêya ku kontrola wê ketîye destê artêşêdiçe Tilafarê ku ji Mûsilê 60 km dûr e û yek ji navendên girîng yên DAIŞ'ê ye.

XS
SM
MD
LG