Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrîyê, Dawîya Hefteyê li Bakurê Rojavayê Sûrîyê Pêşde Çû


Hin herêmên bakurê rojavayê Sûrîyê

Reuters'ê ragihand ku Artêşa Sûrîyê û hevalbendên wê rojên Şemî û Yekşemê li bakurê rojavayê Sûrîyê, li hin herêmên ku di bin kontrola DAIŞ'ê de bûn pêşde çûne.

Pêşdeçûna artêşê piştî ku kontrola Babê ket destê serhilda û Tirkîyê pêk hat ku, artêş jibo ew xwe negêhînin çavkanîyên avê yên nêzî Helebê dixwaze rê li ber wan bigire.

Roja Yekşemê artêşê Tadef, ku li başûrê Babê ye, bi temamî sitand. Di destpêka meha Sibatê de, rêvebirekî Rûs dîyar kiribû ku Tadef dê di navber artêşa Sûrîyê û serhildeyên ku piştgirîya wan dike sînor be.

Dîsa roja Yekşemê, artêş û hevalbendên wê li herêma Palmîra jî bi qasî çend kîlometreyan pêşde çûn ku ev bajarê dîrokî di meha Berfanbarê de ketibû destê DAIŞ'ê.

Di van çend mehên vê talîyê de berxwedana DAIŞ'ê li bakurê rojavayê Sûrîyê dişkê ku ew bi sê hêzên cuda re şer dike: Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştgirîya wê dike, serildayên ku Tirkîye alîkarîya wan dike, û Artêşa Sûrîyê ku hevalbendê wê Rûsya ye.

XS
SM
MD
LG