Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Gotara Xwe ya Derheqa Lîbyayê Pêşkêş Kir


Serokê Amerîka Barack Obama li Zanîngeha Berevanî ya Netewî gotara xwe ya derheqa Lîbyayê pîşkêş dike. Washington, Adar 28, 2011.
Serokê Amerîka Barack Obama li Zanîngeha Berevanî ya Netewî gotara xwe ya derheqa Lîbyayê pîşkêş dike. Washington, Adar 28, 2011.

Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, Welatên Yekgirtî yên Amerîka tev li operasyona leşkerî ya dijî rêberê Lîbyayê Muamer Qezafî bû ku qirkirinan nehêle û dawî li desthilata wî ya zordar bîne.

Di gotara xwe ya televîzyonî de, Serok Obama Duşemê êvarê got, operasyona bi biryara Neteweyên Yekbûyî rê li ber sîtemkarîya kujêr ya Qezafî girt.

Serok Obama her wiha got, bawerîya gelê Lîbyayê bi Muamer Qezafî nema û serokatîya wî nema meşrû ye.

Serok Obama lêzêde kir û got, bê guman dinya bêyî Qezafî baştir be lê eger operasyona leşkerî guherîna rejîmê bike armanc hîngê dê bibe xeletîyeke mezin.

Serok Barack Obama got, Wezîra Derve Hillary Clinton wê roja Sêşemê here Londonê da ku ligel nûnerên 30 welatan û opozîsyona Lîbyayî bişewire jibo destnîşan kirina giwaştinên li ser Qezafî.

Rêzdar Obama soz da ku ew dê sîvîlên Lîbyayî biparêzin û bi hevkarîya civata navnetewî xwarin û alîkarîya nojdarî peyda bikin.

Serok dubare kir û got, rola Amerîkayê di operasyona leşkerî de sînordar e û hêzên wan yên erdî wê di operasyonê de neyêne bikar anîn.

Serokê Amerîka Barack Obama di dawîya axaftina xwe de got, welatê wî pêşwazîya guherênên dîrokî yên li Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur dike ku xort pêşengîya wê dikin.

XS
SM
MD
LG