Breaking News

7 Kes bi Topbarana Artêşa Sûrî Hatin Kuştin

Zilamekî birîndar li devera Wadî Xalid ya 1 kîlometre dûrî sînora Lubnan û Sûrîyê bo nexweşxanê tê rakirin. Gulan 14, 2011
Zilamekî birîndar li devera Wadî Xalid ya 1 kîlometre dûrî sînora Lubnan û Sûrîyê bo nexweşxanê tê rakirin. Gulan 14, 2011

Hêzên ewlekarî yên Sûrî, do Yekşemê kêmî ve 7 sîvîl kuştin, dema leşkeran bajarê Telkelek ya nêzîkî tixubê Lubnanê topbaran kirin. Tê ragihandin, bi sedan Sûrî revîyan Lubnanê da ku xwe ji zext û giwaştinên hikûmetê biparezin.

Bizavkarên mafê mirovan dibêjin, li 4 taxên bajêr xûn hate rijandin û kesên birîndar nayêne derman kirin jiber ku artêşa Sûrî nexweşxaneyê serekî kontrol kirîye.

Tund û tûjiya Sûrîyê roja Yekşemê giheşte Lubnanê, piştî li hêla Sûrîyê ya tixubê teqe hat kirin û jinek li sînora navbera herdu welatan hate kuştin.

Karbidestên parastinê yên Lubnanî dibêjin, her wiha 5 kesên din jî birîndar bûn, ku yek ji wan leşkerekî Lubnanî ye.

Tê ragihandin di sê rojên dawî de, gelek kes derbazî Lubnanê bûne û heta niha zêdeyî 5000 sîvîlên Sûrî ji welatê xwe revîyan.

Bizavkarên sîyasî dibêjin, 700 heta 850 kes li tundî û tûjîyên Sûrîye hatîne kuştin û bi hezaran kesên din jî hatîne girtin.

XS
SM
MD
LG